"(...) Di vê xebatê me hewil da kataloga bloggerên kurdî kurmancî derxin. Heta ji dest me hat me navê nivîskarê bloggeran, mottoyan, dîroka destpêkê û naverokê destnîşan kir. Dema ku me nivîskarê blogê tesbît nekir, me di kataloga xwe de weke ‘anonim/nayê zanin’ diyar kir.
Piştî vê destpêkê ez hinekî behsa bloggerî û tecrubeya xwe bikim heçku dê baş be: Berî her tiştî ez dixwazim bibêjim ku ez ji xwendin û nivîsandinê hez dikim. Xwendin û nivîsandin li xweşiya min diçe. Ez xwe di nivîsê de dibînim, xwe bi nivîsê dibînim û bi qasî ku dixwînim û dinivîsim heme. Ez bêjim ev hezkirina bêser û ber mîna eşq û bengîtiyekê ye dê ne şaş be. Em wekî ku Roland Barthes jî destnîşan kiriye bibêjin “Xweşiya ku metn dide: Klasîk, çand (çand çiqasî geş bibe, xweşî jî dê ew çend cûre cûre bibe). Fêhm, feraset, îronî, zarafet, sûdewerî, hostatî, bawerî/yeqînî: Hunera jiyanê. Kêfxweşiya ku metn (tekst) dide, mirov dikare vê ya wek û pratîkekê pênase bike (bêyî talûke û şayîşa çewisandinê) metna ku tê nivîsandin divê teqez bike ku ew min dixwaze, ew min arezû dike. Îspata vê yekê [xwendin û] nivîs bixwe ye.” Sala 2011an, wextê ku nivîsên min ên ewil çap bûn, min blogek vekir. Min niyet hebû ku -qet nebe kunyeya- xebatên xwe piştî ku hatine çapkirin di vir de biweşînim û bi awayekî nivîsên xwe yên belavbûyî berhev bikim, bîbliyografyaya xwe ya şexsî derxim. Her kesê/a ku blogek vekiriye û dinivîse kêm zêde eşq û bengîtiya em çêlî pê dikin heta astekê bi her bloggerê/a Kurd re heye ez bawerim. Hetta mirov dikare bêje ku ev blogger demekê di kovar, rojname û malperan de nivîsandin/dinivîsînin. Gelek saziyên weşanê hatine girtin. Kovar, rojname û malper yek bi yek têne girtin û mecra û qadên xweîfadekirinê kêm dibin. Tam di vê minvalê de blog gihaşt hewara me. Blogan deriyekî din vekir ji me re û ji Kurdiya me re. Ez naxwazim bi tenê retorîka ‘Kurdî zimanekî qedîm û dewlemend e.’ bilêv bikim û rûnime cihê xwe, ez dixwazim bi bloga xwe di her qadê û di her mijarê de binivîsim û vê yekê pratîze bikim.
Weke gelek qadên nivîsandinê bloggeriya Kurdî jî piranî bi mantiq û mantelîteya berhevkariyê têne bikaranîn, yanî di wan de piranî hevpeyvîn, nûçe û berhemên folklorîk têne belavkirin. Di mijarên spesîfîk de nivîs pir kêm in, hêvîdar im nav û naverok dewlementir bibe. Em di vê qadê de nû ne. Hê nû nû em vê qadê diceribînin. Lê wekî min go potansiyela me heye lewra her ku diçe hejmara bloggeran zêde dibe. Herî dawî Rêbîn Ozmen, Rêdur Dîjle û Mem Artemêt blogek vekirin û ketine qada bloggeriyê, bi xêrhatina hevalan dikim. Her wiha çend bloggerên jin ku bi baldarî wan dixwînim jî hene, bo nimûne: Esrakê, Jina ji filan hez dike û Gula Dînik. Bi giştî, ez blog û bloggerên heyî ji aliyê berhemdariyê ve qenc û xweşû serkeftî dibînim. Hêvîdar im hejmara wan zêdetir bibe. (...)" (Sayfa 1 - 2)