Dezgehên zimanî ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji ber nexweşiyê îsal wê bernameyên xwe bi awayê online pêk bînin. Va ye hinek bernameyên ku wê ji bo Roja Zimanê Kurdî li dar bikevin.
Çalakiyên Tora Zimanî
13ê Gulanê:
Saet 15.00
Konser: Ma Muzîk.
Ma Muzîk ku li Amedê xebatên xwe yên muzîkê didomîne li ser înternetê wê ji bo pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî konsertekê bide.
Bername dê ji ser hesabê instagramê yê Ma Muzîkê bê pêşkêş kirin.
Saet: 21.00
Heman rojê bernameyek bi navê "Jiyan û Berhemên Baba Tahirî" wê li dar bikeve. Bername ji aliyê Samî Tanî ve dê bê bi rê ve birin û Prof.Dr.Kadir Yildirim dê biaxive.
Ev bername dê li ser hesabê instagramê yê TZÇKurdî bê weşandin.
14ê Gulanê:
Saet 21.00
“Jin û Ziman”
Axaftvan: Netîce Altun, Ayşe Gokhan, Moderator: Devrim Demir
Li ser hesabê instagramê yê Roza Kadin Dernegî dê weşanê bikin.
[...]
Haberin devamı için: Bianet
https://bianet.org/kurdi/yen-din/224215-cend-bernameyen-roja-zimane-kurdi